Tevgera Esaîb Ehlî Heq biryar da ku ji Heşdî Şeebî cuda bibe

Tevgera Esaîb Ehlî Heq ragihand ku wan komîsyoneke navendî ava kiriye da ku dawî bi peywendiyên xwe yên bi hêzên Heşdî Şeebî re bînin. Hat destnîşankirin ku ev biryar li gorî daxwaza Desthilatdariya Bilind a Olî hatiye girtin.

Tevgera Esaîb Ehlî Heq, derbarê veqetîna xwe ya ji Heşdî Şeebî û radestkirina çekên xwe ji bo hikûmeta Iraqê, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo destpêkirina bicihanîn biryara birîna peywendiyên bi hêzên Heşdî Şeebî re û hiştina çekan di destê dewletê de, komîsyoneke navendî hatiye avakirin. Ev komîsyon dê di bin serokatiya Cewad Tlêbawî û bi endamtiya Rafid Salih Elî, Ebdulah Şakir Kamîl û Elî Hemze Kazim wer meşandin û biryarê bixin meriyetê.

Her wiha hat destnîşankirin ku ev biryar hevdeme bi banga Desthilatdariya Bilind a Olî û wekî bersivdayînekê ye ji bo helwesta neteweyî ya ku Çarçoveya Hemahengî nîşan daye.

Esaîb Ehlî Heq, yek ji hêzên siyasî û leşkerî yên herî diyar û bibandore di qada Iraqê de. Tevger di sala 2006’an de wekî baskekî veqetiyayî ji “Artêşa Mehdî” (ku wê demê ser bi Tevgera Sedr ve bû) di bin serokatiya Qeys Xezelî de derket pêş.

Ev tevger di destpêka damezrandina xwe de, heya ku Emerîka di sala 2011’an de vekişiya, çalakiyên xwe yên sereke li ser şer û êrişên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê dikir. Her wiha di sala 2012’an de beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûn (ji bo parastina mezarên Şîayan) û di sala 2014’an de jî bûn yek ji pêkhateyên sereke û hêzên damezrîner ên Heşdî Şeebî ji bo şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê.